Wezîrê Karên Derve yê Îranê: Divê Amerîka bi bicihanîna sozên xwe vegereser Peymana Navokî
Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê got: "Amerîka wezîfedar e ku vegere ser Peymana Navokî û divê bi cihanîna pêsparte û wezîfeyên xwe yên li gor vê peymanê, puenên vê peymana navneteweyî bi dest xwe bixe."
Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê "Muhemed Cewad Zerîf" bi beşdariya di bernama Internetê ya "Asr-e-Hairat"(Esr-ê-Hîret) û bi gotûbêja bi saziya çandî ya "Arman Media" re, ku li ser YouTube hate weşandin,got: Bi îmzabûna lihevkirina navneteweyî ya Navokî, tifaq û bihevrabûna cîhanî ya ewlekariyê li dijî Îranê hilweşiya, sedema sereke ya bi fikarbûna Siyonîst û Amerîkiyan derheq Peymana Navokî jiholêrabûna vê bihevrabûn û mutabaqata cîhanî bû, ji ber ku wan ji bo xistina dosiya Îranê nav dosiyên ewlehîkirina hewildanên mezin dan, lê ew bi ser neketin.
Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê got: "Rêketina Navneteweyî ya Navokî rêketineke huqûqî û qanûnî bû, şeş welatên ku desthelat û telîmata xwe ji Konseya Ewlekarîyê ya NY standibûn ew îmza kir û 104 rûpel belgenama vê peymana navneteweyî ew qas bihêz bû ku Trump nikaribû li NY an Civata Ewlekarî ya NY li maweyê çar salan deshilata xwe Îran mehkûm bike."
Wezîrê karên derve yê Îranê herwiha got: `` Îran pabendî hemî erkên xwe yên di Peymana Navokî de maye û heya nuha ti kesî negotiye ku Îran ji vê peymanê derketiye``.
Zerîf destnîşan kir ku Amerîka endamê Neteweyên Yekbûyî ye û li gorî xala 25emîn a Peymana(manîfesta) Neteweyên Yekbûyî, divê ku ser riya Peymana Navokî berbendan çê ke. Zerîf di dewamê de got: Amerîka wezîfedar e vegere nav Peymana Navokî ji bo vê yekê divê ku bixebite da ku şertên endambûna vê peymanê bi dest xîne.
Wezîrê karên derve yê Îranê diyar kir: Endamên hikûmeta serokomarê hilbijartî yê Amerîkayê, Joe Biden jî dizanin ku ji bo vegerîna nav Peymana Navokî ti şertek ji bo niqaşkirina hin mijarên wekî mijarên mûşekî yên Îranê li dawê(qadê) nîne.