Kanûn 09, 2020 18:25 Asia/Tehran
  • Pêgiriya Îranê li ser pêwîstiya çareserkirina hertimî ya qeyrana Qerebaxê

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê li ser pêwîstiya çareserkirina hertimî ya qeyrana Qerebaxê bi rêya siyasî pêgirî kir.

Seîd Xetîbzade, Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê roja Çarşemiyê li ser twittera xwe tevî eşareta bi hevdîtina Muhemed Cewad Zerîf û Ceyhûn bayramov, Wezîrên karên derve yên Îran ê Komara Azerbaycanê, nivîsî: "Di sefera îro ya wezîrê karên derve yê Komara Azerbaycanê bo Têhranê, derbarê kêşeya Qerebaxê, mijarên navçeyê û pêwendiyên dualî gotûbêj hat kirin."

Xetîbzade her wiha got: "Komara Îslamî ya Îranê di çarçova siyaseta cînaretiya baş, tevî pêşwazîkirina jin pêşketinên pêkhatî û azadkirina navçeyên dagirkirî (Qerebax), li ser pêwîstiya çareserkirina hertimî ya qeyranê bi rêya siyasî pêgirî kir."

Ceyhûn Bayramov wezîrê karên derve yê Komara Azerbaycanê îro çarşemiyê bi mebesta hevdîtin û gotûbêja bi rayedarên payebilind ên Komara Îslamî ya Îranê ra gihîşte Têhranê.

 

 

Serepeyv