Ji duh heta Îro 9ê Kanûnê; 295 tûşbûyiyên Vîrûsa Koronayê li Îranê canê xwe ji dest dan
Kanûn 09, 2020 15:00 Asia/Tehran
Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi tûşbûna derdora Miliyonek û 72 hezar û 620 kesî li Îranê bi Vîrûsa Koronayê ragihand ku heta niha 765 hezar û 639 kes ji tûşbûyiyan baş bûne.
"Sîma Sadat Larî", Berdevka Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi naskirina 10223 nexweşên nû di 24 saetên bihurî da, got:
"Heta niha li gorî pîvanên tekûz ên pêderxistinê, Miliyonek û 72 hezar û 620 kes li Îranê bi Koronayê ketine."
Seroka Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê her wiha bal kişande ser candana 295 kesan di 24 saetên bihurî da û got:
"Hejmara goriyên Koronayê li Îranê gihîştiye 51 hezar û 212 kesî kesî."
Hejmara tûşbûyiyên bi Vîrûsa Koronayê li Cîhanê gihîştiye nêzikî 69 miliyon kesî.