Kanûn 09, 2020 13:19 Asia/Tehran
  • Rûhanî: Bila dewleta nû ya Amerîkayê şaşitiyên berê becibirîne

Serokê Komara Îslamî ya Îranê tevî eşareta bi pêwîstiya sozdariya aliyên Peymana Navokî, got: Bila dewleta nû ya Amerîkayê şaşitiyên berê bicebirîne û gişt sozên xwe yên di Peymana Navokî da cih bîne.

Li gorî rapora IRAN Pressê, Hesen Rûhanî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê roja Çarşemiyê di civîna Desteya Dewletê da, tevî bibîrxistina sozdarsnebûna ewropiyan derheqê Peymana Navokî, got: Sazkirina santrîfiyûjên nû li Netenzê li gorî ragihandina berê derbarê kêmkirina sozên Îranê yên di Peymana Navokî da bûye û tiştekî nû nîne.

Rûhanî di dewamê da tevî amajeya bi pirsgirêkên Wezareta Tendurustî  û Banka navendî ya Îranê jibo berhemanîn û kirrîna waksena Koronayê, got: Ev cemaeta ku li Koşka Sipî bû û rojên xwe yên dawî derbas dike, heta vê astê qirêj bûn ku rehm li gel jî nekir û tevgerên herî qirêj û hov derheqê gelê welatên navçeyê û gelê mezin ê Îranê pêk anîn.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê qala amadetiya delwetê jibo firotina zêde ji du miliyon û 300 hezar bermîl petrolê di rojê da li sala 1400 kir û destnîşan kir: Bûceya sala tê palpiştî bi petrolê tune û derhata ji ber firotian petrolê dê jibo pêşxistina welêt were mesrefkirin.

Rûhanî bi gotin avêya ku bûdceya sala tê ya Îranê bi awayekî taybet bala xwe dide ser jiyana gel û çîn û qatên kêmderhat, got: Rewşa berhemanîn û firotina petrola Komara Îslamî ya Îranê di sala tê da dê tam ciyawaz digel berê be.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê tevî eşareta bi vekirina Rêya Hesin a Xaf-Heratê got: Ev rêya hesin sibe Pêncşemiyê di rawestgeha bi navê Rûzenekê dê ji aliyê serokomarên Îran û Efganistanê were vekirin û bin vî rengî rêya hesin a Îranê dê bo cara yekem bi Efganistanê va were girêdanê.

 

Serepeyv