Kanûn 09, 2020 07:45 Asia/Tehran
  • Wezîrê karên derve yê Komara Azerbaycanê dê îro were Têhranê

Wezîrê karên derve yê Komara Azerbaycanê îro Çarşemiyê bi mebesta hevdîtin û gotûbêja bi rayedarên bilind ên Komara Îslamî ya Îranê dê were Têhranê.

Xurtkirina herî pirtir a pêwendiyên navbera Îranê û Komara Azerbaycanê û vekolandina alûgorên herî girîng ên navçeyî û navneteweyî, nemaze rewşa piştî şerê Qerebaxê ji armanc û mihwerên herî girîng ên hatina Ceyhûn Bayramov Wezîrê karên derve yê Komara Azerbaycanê bo Têhranê hatine ragihandin.

Wezîrê karên derve yê Komara Azerbaycanê her wiha biryar e digel rayedarên payebilind ên Komara Îslamî ya Îranê derbarê mijarên eleqedar ên dualî bişêwire.

 

Serepeyv