Zêde ji 11 hezar kesên din li Îran bi Koronayê ketin û 323 kesên din jî ji ber vê vîrusê can dan
Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê îro sêkşemê ragihand ku di 24 saetên dawiyê zêde ji 11 hezar kesên din bi vîrusa Koronayê ketin û 323 kesan jî ji ber vê vîrusê can dan.
Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê Dr. Sîma Sadat Larî îro derbarê amara herî dawiyê ya Koronayê li Îranê ragihand: Di 24 saetên borî de testa koronayê ya 11 hezar û 23 kesên din pozetîv derketiye ku ji wan yek hezar û 710 kes di nexweşxanan de hatin razandinê û yên din piştî tedawî û dermankirinê çûn malên xwe. Bi van pêketiyan ve jimara kesên ku heya niha bi vîrusa koronayê ketine gihêştiye milyonek û 62 hezar û 397 kesan.
Dr. Larî herwiha got: Heyf û mixabin di mideha 24 saetên dawiyê de 323 nexweşên Koronayê can dane û hejmara kesên ku heya niha ji ber vê nexweşiyê jiyana xwe ji dest dane gihêştiye 50 hezar û 917 kesan.
Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê herwiha got ku heya niha 754 hezar 224 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegerîne ser malên xwe.
Hejmara kesên ku heya niha li cîhanê bi vîrusa Koronayê ketine ji 68 milyon kesan derbas bûye ku ji wan zêde ji milyonek û 552 hezar kesan can dane û zêde ji 47 milyon û 110 hezar kes jî baş bûne.
Li Amerîka wek welatê yekem di warê pêketiyên koronayê li cîhanê de zêde ji 15 milyon kes bi Koronayê ketine û zêde ji 290 hezar kes jî bone qurbaniyê vê vîrusê.