Kanûn 06, 2020 21:11 Asia/Tehran
  • Zêde ji 11 hezar kesên din li Îran bi Koronayê ketin û 294 kesên din jî ji ber vê vîrusê can dan 

Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê îro yekşemê ragihand ku di 24 saetên dawiyê zêde ji 11 hezar û 500 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin û 294 kesan jî ji ber vê vîrusê can dan.

Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê Dr. Sîma Sadat Larî îro derbarê amara herî dawiyê ya Koronayê li Îranê ragihand: Di 24 saetên borî de testa koronayê ya 11 hezar û 561 kesên din pozetîv derketiye ku ji wan yek hezar û 333 kes di nexweşxanan de hatin razandinê û yên din piştî tedawî û dermankirinê çûn malên xwe. Bi van pêketiyan ve jimara kesên ku heya niha bi vîrusa koronayê ketine gihêştiye milyonek û 40 hezar û 547 kesan.

Dr. Larî herwiha got: Heyf û mixabin di mideha 24 saetên dawiyê de 294 nexweşên Koronayê can dane û hejmara kesên ku heya niha ji ber vê nexweşiyê jiyana xwe ji dest dane gihêştiye 50 hezar û 310 kesan.

Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê herwiha got ku heya niha 730 hezar 798 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegerîne ser malên xwe.

Hejmara kesên ku heya niha li cîhanê bi vîrusa Koronayê ketine nêzîkî 67 milyon kesan bûye ku ji wan zêde ji milyonek û 536 hezar kesan can dane û zêde ji 46 milyon kes jî baş bûne.

Li Amerîka wek welatê yekem di warê pêketiyên koronayê li cîhanê de derdora 15 milyon kes bi Koronayê ketine û zêde ji 287 hezar kes jî bone qurbaniyê vê vîrusê.

Serepeyv