Rûhanî: Trump dê xwesteka dilê xwe ku derfirotina nefta Îranê sifir bike bi xwe re bibe
Serokê Komara Îslamî ya Îranê, bal kişand ser gelek berbend û astengên şerê aboriya Amerîkayê li dijî Îranê ji bo derfirotina neftê û berhemên petroşîmiyê û got: "Daxwaza Trump jibo sifirkirina derfirotina nefta Îranê qet serê xwe negirt û ew ê vê miraz û daxwazê bi xwe re bibe."
Serokê Komara Îslamî ya Îranê, Hesen Rûhanî, roja Yekşemê, li sed û heştî û pêncemîn civîna Navenda Hevahengî û Hevrêziya Aborî ya Hikûmetê, tekez kir ku pêdivî ye ku amadetî were kirin ku hilberîna nefta welêt bigihîne kapasîteya(zirûfa derfirotinê ya xwezayî û di dewamê de got: Bi cihatina tam a Peymana Navokî û rabûna boykotan, li demeke kurt de firotana nefta Îranê dê bigihêje asta xwe ya herî jorîn a du mîlyon bermîlan û tevî ku amûr û ezmûnên hêja yên pratîk, îro jî amadetiyek heye ku bilez hilberîna neftê zêde bibe.
Li gorî biryara navenda aboriya hikûmetê, Wezareta Petrolê ya Îranê dê hemî tedbîrên pêwîst ji bo amadekirina çavkanî û alavên pîşeya neftê ji bo hilberîn û firotanê li gorî kapasîteya heyî di nav sê mehên bê de bikar bîne.
Rûhanî li dewama vê rûniştinê de desnîşan kir ku bûdceya sala bê ya Îranê xwediyê peyamên rohn û eşkera ye ji bo aktîvîstên warê aborî û gişt xelkê û got: Piştgiriya ji çîn û qatên kêm derhat û belengaz bi dayîna paketên meîşetê ji wan re, kêmkirina zamê û cebirandina wê bi dayîna heq û destmij û meaşê bo kedkar, karmend û karkeran, dabînkirina madeyên sereke û despêkê ji bo berhemanîn û hilberîna karistan û kargehan û girîngtir ji her tiştekî din lezgînîdayîna bo pêşxistin û geşedana binavahiyên welêt, ji peyamên herî girîng ên bûdceya sala bê ne.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê herwiha desnîşan kir ku Korona û berbendên ku boykotan çêkirine bûne sedem ku parek mezin ji kar û xebatan werin rawestandin û got: Di rewşeke wiha bê mînak de hikûmetê gişt rêkar û rêçare û zirûfên mumkin bona zêdekirina tab û tamila civakî û aborî ya pêkhateyên ziyandîtî û piştgiriya ji hêza kar û xebatê bikar girtiye.