Ji duh heta Îro 5ê Kanûnê; 321 tûşbûyiyên Vîrûsa Koronayê li Îranê canê xwe ji dest dan
Kanûn 05, 2020 14:48 Asia/Tehran
Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi tûşbûna derdora Miliyonek û 28 hezar û 986 kesî li Îranê bi Vîrûsa Koronayê ragihand ku heta niha 719 hezar û 708 kes ji tûşbûyiyan baş bûne.
"Sîma Sadat Larî", Berdevka Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi naskirina 12151 nexweşên nû di 24 saetên bihurî da, got:
"Heta niha li gorî pîvanên tekûz ên pêderxistinê, Miliyonek û 28 hezar û 986 kes li Îranê bi Koronayê ketine."
Seroka Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê her wiha bal kişande ser candana 321 kesan di 24 saetên bihurî da û got:
"Hejmara goriyên Koronayê li Îranê gihîştiye 50 hezar û 16 kesî kesî."
Hejmara tûşbûyiyên bi Vîrûsa Koronayê li Cîhanê gihîştiye nêzikî 66 miliyon kesî.