Kanûn 03, 2020 22:48 Asia/Tehran
  • Hişyariya Îranê bo ajansê derbarê weşandina nepêwîst a lêzanînên Bernameya navokî ya Îranê

Balyoz û Nûnerê hertimî yê Îranê li cem rêxistinên navneteweyî yên bicihbûyî li Viyenê li ser pêwîstiya pêşîlêgirtin li weşandina nepêwîst a lêzanînên bi hûrgillî derbarê Bernameya navokî ya Îranê ji aliyê Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê va pêgirî kir.

Kazim Xerîb Abadî, Balyoz û Nûnerê hertimî yê Îranê li cem rêxistinên navneteweyî yên bicihbûyî li Viyenê bi şandina nameyekê bo Rêveberê giştî yê Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê ku roja Pêncşemiyê hat weşandin, daxwaza şermezarkirina zelal û bêmerc a terorkirina Muhsin Fexrîzade zanyarê mezin ê navokî û pêşeya Berevaniya Îranê kir.

Xerîb Abadî tevî amajeya bi vêya ku şehediyên bingehîn ên aşkira, hebûna destê Rêjîma Israîlê di vê êrîşa têrorîstî da nîşan didin, destnîşan kir: Ajans û welatên endamê wê derheqê Îranê ku asta herî zêde ya lêgerînê werdigire, lê ji aliyê din va zanyarên wê li ber gefa terorê ne an tên terorkirin û binkeyên navokî yên wê jî li ber gefa êrîş an xerabkariyê ne, berpirsiyariyeke lezgîn û bingehîn hene.

Di vê nameyê da hatiye ragihandin: Terorkirina Dr. Muhsin Fexrîzade dewama kiryarên terorîstî ye ku ji dehikek beriya niha va bi terorkirina çend zanyarên navokî yên Îranê di salên 2010, 2011 û 2012an va destpê bû, loma pêwîst e ku civaka navneteweyî û rêxistinên navneteweyî bala xwe bidin ser vê yekê.

Balyoz û Nûnerê hertimî yê Îranê li cem rêxistinên navneteweyî yên bicihbûyî li Viyenê tevî amajeya bi vê yekê ku parastina lêzanînên nihênî ji aliyê ajansê va gelekl girîng e, got: Çaverêtiyeke mezin heye ku ajansa pêvajoya weşandina nepêwîst a lêzanînên bi hûrgillî derbarê Bernameya Navokî ya Îranê di raporên xwe da, bi dawî bîne.

Xerîb Abadî destnîşan kir: Komara Îslamî ya Îranê mafê xwe yê zatî jibo berxwegirtina hemî kiryarên pêwîst jibo bersivdana bo bersiva vê êrîşa terorîstî, li gorî Rêziknameya Neteweyên yekbûyî û mafên navneteweyî parastî dizane.

 

Serepeyv