Kanûn 03, 2020 08:32 Asia/Tehran
  • Îro - Axaftina Wezîrê karên derve yê Îranê di civîna înternetî ya

Wezîrê karên derve yê Îranê dê îro di civîna şeşem a navneteweyî ya "Gotûbêjên Medîteraneyî ya Îtalyayê" biaxive.

Li gorî rapora IRNAyê, Muhemed Cewad Zerîf, Wezîrê karên derve yê Îranê îro Pêncşemiyê saet 12 li gorî dema Îtalyayê (14:30 li gorî ddema Îranê) dê bi awayê înternetî beşdarî civîna "Gotûbêjên Medîteraneyî ya Îtalyayê" bibe.

Li gorî vê raporê, Êlî Giranmaye (Ellie Geranmayeh) Alîkarê Bernameya Rojhilata Navînê û Afrîqayê li Konseya Pêwendiyên derve ya Ewropayê û Paolo Magrî alîkarê Serokê cihêner ê Lêkolînên siyaseta Navneteweyî ya Îtalyayê dê bi Zerîf ra biaxivin.

Gotûbêjên Medîteraneyî li Îtalyayê, komcivîneke cîhanî ye ku her salê rayedar û nûnerên welatên cîhanê ji wan rayedar, dahêner, civaka medenî, mamosteyên zanîngehan û medyayên komkî têda beşdar dibin û derbarê pirsgirêkên Medîteraneyê û mijarên din ên navneteweyî diaxivin.

Îsal ji ber belavbûna Vîrûsa Koronayê ev civîn bi awayê mecazî (înternetî) tê lidarxistin.

 

Serepeyv