Kanûn 03, 2020 00:10 Asia/Tehran
  • Serokkomarê Iraqê terorkirina şehîd Fexrîzade şermezar kir

Serokkomarê Iraqê tekez kir ku Bexda dijî êrîşên dijî welatên herêmê û welatîyên wê ye.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Farsê, Serokomarê Iraqê Berhem Salih, roja Çarşemê di civînek digel Balyozê Komara Îslamî  li Bexdayê, Îrec Mescidî, terorkirina zanyarê navokî û berevaniya Îranî Muhsin Fexrîzadeh şermezar kir û piştevaniya xwe ji pêşîgirtina aloziyê, damezirîna ewlehî û îstiqrarê û xurtkirina aştiyê li navçê diyar kir.

Serokkomarê Iraqê dîyar kir ku Bexda her tengezarî û aloziyeyek ku bibe sedema nemana aramî û bibe sedema bê ewlehiyê li herêmê red dike û hewl dide ku ji nakokîyan dûr bikeve.

Îrec Mescidî her wiha got: Komara Îslamî ya Îranê pabend e bi piştgirîkirina ewlehî û aramiya Iraqê û xurtkirina hevkariya aborî û civakî di navbera Bexda û Têhranê.

Di vê civînê de her wiha têkiliyên dualî yên navbera Tehran û Bexda û riyên berfirehkirina hevkariyên hevpar di hemî waran de hatin nirxandin.

Dr. Muhsin Fexrîzadeh, serokê Rêxistina Lêkolîn û Nûjeniyê ya Wezareta Berevanî û Piştgiriya Hêzên Çekdar ên Îranê, berêvara roja Înê di encama êrişek terorîstî li derdora Tehranê de şehîd bû.

 

Serepeyv