Zêde ji 13 hezar kesên din li Îran bi Koromayê ketin û 362 kesên din jî ji ber vê vîrusê can dan
Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê îro çarşemê ragihand ku di 24 saetên dawiyê zêde ji 13 hezar kesî bi Koronayê ketine û 362 kesan jî ji ber vê vîrusê can dan.
Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê Dr. Sîma Sadat Larî îro derbarê amara herî dawiyê ya Koronayê li Îranê ragihand: Di 24 saetên borî de testa koronayê ya 13 hezar û 621 kesên din pozetîv derketiye ku ji wan 2 hezar û 246 kes di nexweşxanan de hatin razandinê û yên din piştî tedawî û dermankirinê çûn malên xwe. Bi van pêketiyan ve jimara kesên ku heya niha bi vîrusa koronayê ketine gihêştiye 989 hezar û 572 kesan.
Dr. Larî herwiha got: Heyf û mixabin di mideha 24 saetên dawiyê de 362 nexweşên Koronayê can dane û hejmara kesên ku heya niha ji ber vê nexweşiyê jiyana xwe ji dest dane gihêştiye 48 hezar û 990 kesan.
Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê herwiha got ku heya niha 678 hezar 54 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegerîne ser malên xwe.
Hejmara kesên ku heya niha li cîhanê bi vîrusa Koronayê ketine ji 64 milyon kesan derbas bûne ku ji wan zêde ji milyonek û 488 hezar kesan can dane û zêde ji 44 milyon kes jî baş bûne.