Kanûn 02, 2020 12:31 Asia/Tehran
  • Pêgîriya Borrell li ser cihanîna tam a Lihevkirina Navokî ji hêla hemî aliyan ve

Piştî axaftina têlefonî ya berpirsê siyaseta derveyê ya Yekitiya Ewropayê (YE) bi wezîrê karên derve yê Îranê Muhemed Cewad Zerîf re, wî tekez kir ku pêdivî ye, hemî aliyên rêkeftin navokî divê wê bitûm cih bînin.

Li gorî IRNA, berpirsê siyaseta derve ya YE Joseph Borrell êvara Sêşemê (1ê Kanûnê) li ser rûpela xwe ya Twîtterê peyamek weşand û got: "Me di derbarê geşedanên têkiliyên Tehran-Bruksel de gotûbêj kir û Min li ser girîngiya parastina vê peyman û rêkevtinê tekez kir.

Borrell got, "Weke Koordînatorê Rêketina Navokî, em ê ji bo pêkanîna tam ya vê peymanê ji hêla hemî aliyan ve xebata xwe bidomînin."

Li gorî vê raporê, di vê pêwendiya têlefonê de, berpirsê siyaseta derve ya Yekîtiya Ewropayê terorkirina şehîd "Muhsin Fexrîizadeh"  karekî cinayetkarane da zanîn û helwesta YE  di vî warî de şirove kir.

Borrell duh li civînekê de derbarê guhertin û geşedanên siyaseta derve ya YE li deh-saliya borî de ragihand: "Em nikarin bi kuştina pispor û zanyarên nukleerê yên Îran pêşiya vî welatî bigirin ku nebe hêzeke nukleerî."

Berpirsê siyaseta derve ya YE di vê civînê de bêyî ku rasterast balê bikişîne ser sebebkar û  hokarên vê cinayetê li dijî zanyarê îranî got:  "Hinek naxwazin Peymana Navokî  zindî bikin û eva di rewşekê de ye ku tevî derketina Amerîkayê ji vê peymanê me hewil da ku vê rêkeftinê zindî bihêlin.

Dr. Muhsin Fexrîzadeh, serokê Rêxistina Lêkolîn û Nûjeniyê ya Wezareta Berevanî û Piştgiriya Hêzên Çekdar ên Îranê, berêvara roja Înê di encama êrişek terorîstî li derdora Tehranê de şehîd bû.

Serepeyv