Kanûn 01, 2020 10:22 Asia/Tehran
  • Nûçeya êrîşa ser fermandarekî payebilind ê Sipahê li sînorê Iraq û Sûriyê derew hat zanîn

Gotegota êrîşa ser germandarekî Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî li ser sînorê Sûriye û Iraqê derew hat zanîn.

Kanala siûdî ya El-Erebiyê roja bihurî anku Duşemiyê îdia kir ku fermandarekî Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî hevrê digel çend kesên din piştî derbasbûna ji derbasgeha sînorî ya navbera Sûriye û Iraqê, li axa Sûriyê ketiye ber êrîşa firokeyên bêpîlot ên amerîkî û şehîd bûye.

Malpera "Nournews" roja Sêşemiyê ji zarê çavkaniyekî agah ev gotegot derew zanî.

Kanala Meyadînê jî şeva bihurî ev gotegot derew zanîbû.

Medyayên ser bi Rêjîma Siyonîst piştî terora Muhsin Fexrîzade, Serokê Rêxistina Lêkolîn û Dahêneriyêl ya Wezareta Berevaniya Îranê, li dû helahela û operasiyona derûnî-rewanî bi mebesta handana raya giştî ne û hin gotegot weşandine ku nimûneyek ev e ku fermandarekî Nournews ketiye ber êrîşê.

 

 

Serepeyv