Mijdar 30, 2020 19:22 Asia/Tehran
  • Şemxanî: Dijmin eva 20 sal bû ku li pey terorkirina şehîd Fexrîzadeh digeriya

Sekreterê Encûmena Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê got: "Pergalên istixbarata welêt bi hûrî û kûrî îhtîmala rûdanê û cihê muhtemel ê terorkirina zanyarê navokî û berevaniyê yê navdar ê Îranê pêşbînî kiribû."

Li gorî IRNA, "Eli Şemxanî" Sekreterê Encûmena Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê îro Duşemê li rex merasîma oxirkirina meytê zanyarê navokî  û berevaniyê "Muhsin Fexrîzadeh" li Tehranê, diyar kir ku dijmin eva 20 sal bû ku li pey terorkirina vî zanyarê navokî digeriya û got: Mixabin, di vê heyamê de ji ber belavkirina nûçeyên zav di vê barê de nûçe cidî nehat girtin û vê carê dijmin biser ket.
Sekreterê Encûmena Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê, tekîd li ser vê yekê kir ku li welêt me gelek kesên serketî yên wekî şehîd Fexrîzadeh hene û li gotina xwe zêde kir û got: "Dijminên Komara Îslamî ya Îranê ti caran dê nikaribin hêz û karîna zanistî û teknîkî ya Fexrîzadeyan ji destê ciwanên Misilman derxînin."

Dr. Muhsin Fexrîzadeh, serokê Rêxistina Lêkolîn û Nûjeniyê ya Wezareta Berevanî û Piştgiriya Hêzên Çekdar ên Îranê, berêvara roja Înê di encama êrişeke terorîstî li derdora Tehranê de şehîd bû.

Gelek ji welat û kesayetiyên cîhanî yên wekî Rûsya, Venezuela, Afrîkaya Başûr, Qatar, Pakistan û Tirkiye terorkirina zanyarê nukleerê yê Îranî Muhsin Fexrîzadeh şermezar kirin.

Serepeyv