Zêde ji 13 hezar kesên din li Îran bi Koromayê ketin û 371 kesên din jî ji ber vê vîrusê can dan
Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê îro duşemê ragihand ku di 24 saetên dawiyê zêde ji 13 hezar kesî bi Koronayê ketine û 371 kesan jî ji ber vê vîrusê can dan.
Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê Dr. Sîma Sadat Larî îro derbarê amara herî dawiyê ya Koronayê li Îranê ragihand: Di 24 saetên borî de testa koronayê ya 13 hezar û 321 kesên din pozetîv derketiye ku ji wan 2 hezar û 277 kes di nexweşxanan de hatin razandinê û yên din piştî tedawî û dermankirinê çûn malên xwe. Bi van pêketiyan ve jimara kesên ku heya niha bi vîrusa koronayê ketine gihêştiye 962 hezar û 70 kesan.
Dr. Larî herwiha got: Heyf û mixabin di mideha 24 saetên dawiyê de 371 nexweşên Koronayê can dane û hejmara kesên ku heya niha ji ber vê nexweşiyê jiyana xwe ji dest dane gihêştiye 48 hezar û 246 kesan.
Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê herwiha got ku heya niha 668 hezar 151 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegerîne ser malên xwe.
Hejmara kesên ku heya niha li cîhanê bi vîrusa Koronayê ketine ji 63 milyon û 452 hezar kesan derbas bûne ku ji wan zêde ji milyonek û 466 hezar kesan can dane û zêde ji 43 milyon kes jî baş bûne.
Hejmara pêketiyên Koronayê li Amerîkayê nêzî 14 milyon kesan bûye û herî kêm 273 hezar kesan jî ji ber vê vîrusê can dane .