Mijdar 30, 2020 15:58 Asia/Tehran
  • Cenazeyê Şehîd Fexrîzadeh li Îmamzade Salihê Tehranê spartin axê

Cenazeyê paqij ê şehîd "Muhsin Fexrîzadeh", zanyarê navokî û berevaniya Îranê,piştî meraima oxirkirina şehîd û xwendina nimêjê bi amadebûna fermandarên payebilind ên Hêzên Çekdar û malbata hêja yê şehîd li îmamzade Salih li Tehran spartin axê.

Li gorî Ajansa Nûçegihan a Îranê Press, merasîma oxirkirin û spartina axê ya cenazeyê şehîd  "Muhsin Fexrîzadeh", serokê Rêxistina Lêkolîn û Nûjeniyê ya Wezareta Berevanî û Piştgiriya Hêzên Çekdar, ji bo pêşîgirtina li îzdiham û girseya xelkê û hewcedariya pêbendbûna bi talîmatên tenduristî ji ber vîrusa Koronayê bi beşdariya fermandarên hêzên çekdar û  malbata wî şehîdî pêk hat.
Berî vê merasîma oxirkirina meytê vî şehîdê hêja, merasimeke din bi beşdariya komek rayedarên dewletê û leşkerî li Wezareta Parastinê hat lidarxistin.
Her weha, cenazeyê şehîd Fexrîzadeh sibeha Yekşemê piştî ku ji Balafirgeha Navneteweyî ya şehîd Hashimînijad ji bo Tewaf gihîşt Meşhedê Reza, ji bo tewafa ew birin nav herema Razawî.
Cenazeyê vî şehîdê payebilind di ser destên xadim û micêwirên Îmamê heştemîn de li ziyaretgeha Razawî û li dora hermê paqij ê Razawî hatehat tewafkirin.
Cenazeyê şehîd Fexrîzadeh piştî Tewafê ya ziyaretgeha Razawî birin Qomê û piştî ku Tewaf li ziyaretgeha Hz. Mesûme (S), Ayetullah Huseyn Nûrî Hemedanî yek ji merceyên texlîdê li ser meytê şehîd nimêj kirin.
Ev rêûresm bi berçavgirtina gişt protokolên tenduristiyê û bi amadebûna Bahram Sarmast, Parêzgarê Qomê, Ayetullah Seyd Muhummud Seîdî,tuliyetê astaneyeHz. Mesûmeh (S), komek ji serfermandarên leşkerî û ewlehiyê û hejmarek karbidestên parêzgehê hate li dar xistin.
Cenazeyê Şehîd Fexrîzadeh berêvara Yekşemê hate veguheztin Tehranê û li hizûra Ayetullah Seyd Hessen Xûmeynî di mezargeha paqij a Îmam Xumeynî (RE) de hate tewafkirin.
"Şehîd Muhsin Fexrîzadeh", Cîgirê Wezîrê Berevanî û Serokê Rêxistina Lêkolîn û Nûjeniyê ya Wezareta Berevaniyê, berêvara Înê, 27ê Mijdarê, ji ber birînên kur ên ji ber êrişa terorîstî li derdora Tehranê şehîd bû.

Serepeyv