Mijdar 30, 2020 09:09 Asia/Tehran
  • Derewandina gotinên General Selamî yên derbarê çawaniya tolstandina ji terorîstan

Berdevkê Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî ya Îranê daxuyaniyên ku di fezaya mecazî û û hin torên civakî de ji zarê Fermandarê Giştî yê Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî ya Îranê derbarê çawaniya tolstandina ji sebebkarên şehîdkirina Dr. Fexrîzade hatine weşandin, derew dan zanîn.

Li gorî IRNA ji zarê Sepah News; Li dû weşandina nûçeya li qada mecazî  û hin torên civakî derheqê çawaniya hilanîna tola cinayeta  terorkirina  "Dr.şehîd Muhsin Fexrîzadeh ji zarê serdar general Husên Selamî Fermandarê Giştî yê Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî ya Îranê, Remezan Şerîf Berdevkê Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî, ev mûçe derewand û desnîşan kir ku ev nûçe qet rast nîne.

Şerîf her wiha got: "Nûçeyên girêdayî mîsyon, wezîfedarî û helwêstên meqamên Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî û axaftin û daxuyaniyên serfermandarên wê yên derecebilind bi tenê ji riya" malpera Sepah News "wekî çavkaniya agahdariya fermî ya vê saziyê ji raya giştî re tên ragihandi."

Sebebkarên terorîstî Dr. Muhsin Fexrîzadeh, serokê Rêxistina Lêkolîn û Nûjeniyê ya Wezareta Parastina Îranê, roja înê, 27ê Mijdarê, di operasyoneke terorîstî û întiharî de şehîd kirin.

Heya niha, gelek welatan, Rusya, Venezuela, Afrîkaya Başûr, Îmarat (UAE), Urdun, Pakistan û Tirkiyê, terorkirin û şehîdkirina zanyarê nuklerê yê Îranê Dr. Muhsin Fexrîzadeh, şermezar kirine.

Serepeyv