Mijdar 29, 2020 13:30 Asia/Tehran
  • Senatorên ûris pêgirî kirin ku şehîdkirina Fexrîzade têrorîstî bûye

Du rayedarên Parlimanî yên Rûsiyê bawer in ku terorkirina zanyarên navokî û berevaniyê yê Îranê kiryareke têrorîstî bûye ku bi armanca zêdekirina kêşeyan li navçeyê pêk hatiye.

Li gorî rapora ajansa TASê, Elêksî Poşkov endamê payeberz ê Komîteya Siyaseta Istixbaratî ya Konseya Federasiyona (Sena) Rûsiyê îro li twittera xwe nivîsî: Armanca vê terorê zêdekirina kêşeyan û dabînkirina rewşê jibo serêxwegirtina senaryoyeke leşkerî bûye, lê Îranê tu hegerek jibo birêxistina şêrr tune, ji ber ku ev tam heman tişt e ku dijminên vî welatî li bendê ne.

Poşkov ragihand: Bersiva Îranê li hemberî tiştê qewimî bawer nakim kiryareke nimayîşî be, ji ber ku rayedarên Têhranê meraq dikin dewleta Amerîkayê vegere Peymana Atomî û naxwazin şerekî leşkerî bi rê xînin.

Roja Şemiyê jî Kunstantîn Kasçov, Serokê Komîteya karên navneteweyî ya Konseya Federasiyona Rûsiyê ragihand ku terorkirina Muhsin Fexrîzade, zanyarê navokî û berevaniyê ku rêveberê navendeke lêkolînî di bin çavdêriya Wezareta Berevaniya Îranê bû, renge behaneyek jibo kiryara berfireh a leşkerî ya Amerîkayê li Rojavayê Asyayê be.

Kasaçov ev yek destnîşan kir ku roja beriya terorkirina vî zanyarê îranî, Pentagonê fermana vegeriyana keştiya şêrr a Nîmîtsê û koma derbê ya pêra bo Kendava Farsê da. Her wiha hat ragihandin ku Skadraneke balefirên cengê yên F16 ên Amerîkayê dê li axa Imaratê bi cih bibe.

Muhsin Fexrîzade zanyarê atomî û berevaniyê yê Îranê berêvara Îniyê di êrîşeke terorîstî da li navçeya Abserda Demawendê li parêzgeha Têhranê şehîd bû.

Gelek ji welat û medyayan destwerdana Amerîka û Israîlê di rêxistinkirina terora şehîd Muhsin Fexrîzade tekûz dane zanîn.

 

Serepeyv