Rêxistina Enêrjiya Atomê ya Îranê: Zanyarên navokî rêya iqtidara welêt bihêz didomînin
Rêxistina Enêrjiya Atomê ya Îranê tevî amajeya bisalvegera şehîdbûna Mecîd Şehriyarî, destnîşan kir: Zanyarên pêşeya atomî li ser esasa tevdîr û stratejiya Komara Îslamî ya Îranê, rêya iqtidara welêt bihêz didomînin.
Mecîd Şehriyarî, mamosteyê zanist û teknolojiya navokî ya zanîngeha şehîd Bihiştî ya Têhranê roja 29ê Mijdara 2010î di operasiyona terorîstî ya kesên ser bi Amerîka û Rêjîma Siyonîst da şehîd bû.
Rêxistina Enêrjiya Atomê ya Îranê roja Şemiyê di twitterê bi bîr xist: 29ê Mijdara 2010 kiryara qirêj a dijminên Komara Îslamî ya Îranê ya terorkirina teorîsiyen û xîmdar zengînkirina sedî 20a Uraniyûpmê li pêşeya navokî ya Îranê bi bîr tîne.
Ev twitt radigihîne: Şehîd Şehriyarî bi zanist û baweriya xwe ya bêhempa, bûbû sebeba nekarîn û istîsala xêrnexwazên Îrana serfiraz.
Rêxistina Enêrjiya Atomê ya Îranê di vê twittê da xitabî zorbêjên cîhanî destnîşan kir: Zanyarên pêşeya navokî li ser esasa tevdîr û stratejiya Komara Îslamî ya Îranê û li gorî sê xalên serbilindî, hikmet û meslehet, rêya iqtidara vî welatî dê bi hêzeka duberanber bidomînin; Rêya vî şehîdê hêja (şehîd Şehriyarî) û şehîdên din ên giranqedr dê were domandin."