Peyama Rêberê Mezin ê Înqilaba Îslamî li pey terorkirina zanyarê navokî şehîd Muhsin Fexrîzadeh
Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî ya Îranê, Hz. Ayetullah Xaminêyî, li pey terorkirina zanyarê navokî yê şehîd Dr. Muhsin Fexrîzadeh peyamek weşand.
Metnê Peyama Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî wisa ye:
Bi navê Xwedayê Rehman û Rehîm
Birêz Muhsin Fexrîzadeh, zanyarê navokî û berevaniyê yê hêja û bi nav ê welêt, bi destê kirêkarên cinayetkar û dilreq ve hate şehîdkirin. Vê mirovê mezin ê zanistî yê bêhempa ji bo hewldanên xwe yên zanistî yên mezin û domdar giyanê xwe yê hêja di rêka Xwedê de fida kir û derce û meqamê hêja û bilind a şehadetê ji aliyê Xwedê teala jê re bû xelat. Pêdivî ye ku du mijarên girîng ji hêla hemî kesên têkildar û karbidestan ve bi cidî werin berçavgirtin, yekem, şopandin vî cinayet û cezakirina teqez a berpirsyar û fermandarên vê cinayetê û ya duyemîn jî, şopandina hewildanên zanistî û teknîkî yên vî şehîdê hêja li hemî warên ku wî tê de xebat û têkoşan kiriye.
Ez ji malbata wî ya birêz û civaka zanistî ya welêt û hevkar û şagirdên wî re di warên cûrbecûr de, şehadeta wî pîroz dikim û ji ber jidastdayîn û windakirina wî şehîdê hêja sersaxiyê ji wan re dixwazim û ji Xwedê teala dixwazim ku dercên wî yên menewî bilind bike.
Seyd Eli Xamineyî
8 Azermeha 1399 HT