Mijdar 28, 2020 15:10 Asia/Tehran
  • Sekinîna Rêberê Înqilaba Îslamî li ser cezakirina teqez a sebebkarên terorkirina Şehîd Fexrîzadeh

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî ya Îranê li ser sizakirina teqez a sebebkarên cinayeta terorkirin zanyarê navokî ya Îranê sekinî.

Hz. Ayetûllah Xamineyî, Rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî, roja Şemiyê, di peyamekê de şehîdbûn û jidestdana "Muhsin Fexrîzadeh", zanyarê navdar ê navokî û Parastina Îranê pîrozbahî got û sersaxî xwest û li ser sizakirina teqez a sebebkarên vê cinayetê û pêdivîbûna şopandina bizav û tevgerên zanistî û teknîkî yên vî şehîdî sekinî .
Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî herwiha got: "Ev zanyarê jêhatî yê navokî û berevaniyê ku bi destê kirêgirtên cinayetkar û dilreq hate şehîdkirin. Vî şehîdê giranqedir ji bo hewldan û xebatên xwe yên mezin û mayînde yên zanistî canê xwe yê hêja di riya Xwedê teala de feda kir û dereceya bilind a şehadetê xelata wî ya îlahî ye."

Muhsin Fexrîzadeh, serokê Rêxistina Lêkolîn û Nûjeniyê ya Wezareta Berevanî û Piştgiriya Hêzên Çekdar ên Îranê, berêvara roja Înê di encama êrişek terorîstî li derdora Tehranê de şehîd bû.

Serepeyv