Mijdar 28, 2020 09:14 Asia/Tehran
  • Salihî: Xwîna Şehîd Fexrîzadeh dê Îrana Îslamî xurt bike

Serokê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê, Elî Ekber Salihî di peyameke sersaxiyê de ji ber terorkirina şehîd Muhsin Fexrîzadeh got: Şehîdbûna vî zanyarê îranî wê bibe sedema xurtbûna Îrana Îslamî.

Dr. Muhsin Fexrîzadeh, serokê Rêxistina Lêkolîn û Nûjeniyê ya Wezareta Berevanî û Piştgiriya Hêzên Çekdar ên Îranê, berêvara roja Înê di encama êrişek terorîstî li derdora Tehranê de şehîd bû.

Li gorî IRNA berêvara roja înê, Elî Ekber Salihî, di peyamekê de ji bo emîr sertîp(Tûggeneral) Emir Hatami, wezîrê berevanî û piştevaniya hêzên çekdar ên Îranê, dîyar kir: Nûçeya terorkirina bi nemerdî û tirsonek a Şehîd Muhsin Fexrîzadeh, ku bi salan e emrê xwe yê bi xêr û bereket daniye ser mucahidet û pêşxistina hêz û şiyana Parastinê ya Îrana Îslamî, bû sedema xemgînî û heyf û mixabiniya kûr.

Elî Ekber Salihî hewrwiha şehîdbûna vî zanyarê navdar û birêveberê serketî û serfiraz jibo Hz. Ayetullah Xamineyî, Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdar, gelê Îranê, hevkarên wî şehîdê hêja di Wezareta Berevaniyê de û jibo malbata wî hêjayî pîroz kir û sersaxî xwest.

Serepeyv