Serleşker Baqirî: Tolhildaneke dijwar li benda kujerên şehîd Fexrîzade ye
Serokê Erkantiya giştî ya hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê destnîşan kir: Tolhildaneke dijwar li benda kujerên Serokê Rêxistina Lêkolîn û Dahêneriyê ya Wezareta Berevaniya Îranê ye.
Serdar serleşker Muhemed Baqirî, Serokê Erkantiya giştî ya hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê ragihand: Careke din têrorîstên kordil ên ser bi istikbara cîhanî û rêjîma qirêj a siyonîst bi kiryareke hovane, rêveber û xizmetguzzarekî warê zanistî, lêkolînî û berevaniyê yê Îranê şehîd kirin.
Serleşker Baqirî tevî amajeya bi vêya ku şehîd Muhsin Fexrîzade ji rêveberên payebilind ên pêşeya berevaniya Îranê bû, got: Ew di heyama jiyana xwe ya bi bereket da çavkaniya gellek xizmetan bû û karîbû şiyana berevaniya welêt bigihîne asteke baş a pêşîlêgirtinê.
Serokê Erkantiya giştî ya hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê got: Têrorkirina vî rêveberê xurt û hêja gerçî ku tehl e û derbeke giran li pêşeya berevaniya welêt bû, lê bila dijminên kordil bizanin ku riya ku yên wekî şehîd Fexrî destpê kirine, dê nema were rawestandin.
Serleşker Baqirî destnîşan kir: Bila komên têrorîst û fermander û sebebkarên vê kiryara kor jî bizanin, ku dê tolhildaneke dijwar li benda wan be.