Mijdar 27, 2020 19:45 Asia/Tehran
  • Sertîp Dêhqan: Emê kujerên şehîd Fexrîzade pişêman bikin

Şêwirmendê Fermandarê mezin ê gişt hêzên Îranê di warê pêşeyên berevaniyê û piştgiriya ji hêzên çekdar da wek berteka li hemberî şehîdbûna Serokê Rêxistina Lêkolîn û Dahêneriyê ya Wezareta Berevaniya Îranê di êrîşeke têrorîstî da, got: Kujerên şehîd Muhsin Fexrîzade dê ji vî karê xwe pişêman bibin.

Serokê Rêxistina Lêkolîn û Dahêneriyê ya Wezareta Berevaniya Îranê di êrîşeke têrorîstî da li derdora Têhranê şehîd bû.

Serdar sertîp Husên Dêhqan, Şêwirmendê Fermandarê mezin ê gişt hêzên Îranê di warê pêşeyên berevaniyê û piştgiriya  ji hêzên çekdar da di twittera xwe da nivîsî: Siyonîst di rojên dawiyê yên temenê siyasî yê hevpeymanê xwe yê qumarbaz, li pey gurrkirin û zêdekirina zexta li ser Îranê jibo pêkanîna şerekî giştalî ne.

Sertîp Dêhqan destnîşan kir: "Şev dirêj e û Qelender hişyar e! Emê mîna birûskê bên ser kujerên vî şehîdê mezlûm û wan ji karê ku kirine pişêman bikin."

 

Serepeyv