Serokê Rêxistina Lêkolîn û Dahêneriyê ya Wezareta Berevaniya Îranê di êrîşeke têrorîstî da şehîd bû
Serokê Rêxistina Lêkolîn û Dahêneriyê ya Wezareta Berevaniya Îranê di êrîşeke têrorîstî da li derdora Têhranê şehîd bû.
Li gorî rapora beşa Pêwendiyên giştî ya Wezareta Berevanî û Piştgiriya ji hêzên çekdar ên Îranê, têrorîstên çekdar îro îniyê berêvarî erebeya hilgirê Muhsin Fexrîzade, Serokê Rêxistina Lêkolîn û Dahêneriyê ya Wezareta Berevaniya Îranê dan ber êrîşê.
Li gorî ragihandina Wezareta Berevaniya Îranê, di pevçûna navbera tîma parêzvanên Muhsin Fexrîzade digel têrorîstan da, zanyarê îranî bi giranî birîndar bû û bo nexweşxaneyê hat veguhestin.
Li gorî vê raporê, mixabin hewildana tîma pizişkiyê jibo vejiyandina vî zanyarê îranî bi ser neket û Serokê Rêxistina Lêkolîn û Dahêneriyê ya Wezareta Berevaniya Îranê piştî bi salan hewildan û têkoşînê, pileya bilind a şehadetê bi dest xist.