Nêzîkî 14 hezar kesên din li Îran bi Koromayê ketin û 482 kesên din jî ji ber vê vîrusê can dan
Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê îro ---pênşemê ragihand ku di 24 saetên dawiyê nêzîkî 14 hezar kesî bi Koronayê ketine û 482 kesan jî ji ber vê vîrusê can dan.
Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê Dr. Sîma Sadat Larî îro derbarê amara herî dawiyê ya Koronayê li Îranê ragihand: Di 24 saetên borî de testa koronayê ya 13 hezar û 961 kesên din pozetîv derketiye ku ji wan 2 hezar û 439 kes di nexweşxanan de hatin razandinê û yên din piştî tedawî û dermankirinê çûn malên xwe. Bi van pêketiyan ve jimara kesên ku heya niha bi vîrusa koronayê ketine gihêştiye 908 hezar û 346 kesan.
Dr. Larî herwiha got: Heyf û mixabin di mideha 24 saetên dawiyê de 482 nexweşên Koronayê can dane û hejmara kesên ku heya niha ji ber vê nexweşiyê jiyana xwe ji dest dane gihêştiye 46 hezar û 689 kesan.
Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê herwiha got ku heya niha 633 hezar 275 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegerîne ser malên xwe.
Hejmara kesên ku heya niha li cîhanê bi vîrusa Koronayê ketine derdora 61 milyon kesan in ku ji wan zêde ji milyonek û 429 hezar kesan can dane û zêde ji 42 milyon kes jî baş bûne.
Hejmara pêketiyên Koronayê li Amerîkayê ji 13 milyon kesî derbas bûye û herî kêm ji ber vê vîrûsê 268 hezar kes bûne gorî .