Mijdar 24, 2020 19:25 Asia/Tehran
  • Zêde ji 13 hezar kesên din li Îran bi Koromayê ketin û 483 kesên din jî ji ber vê vîrusê can dan 

Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê îro sêkşemê ragihand ku di 24 saetên dawiyê de zêde ji 13 hezar kesî bi Koronayê ketine û hejmara candayiyên ji ber vê vîrûsê jî gihêştiye 483 kesan.

Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê Dr. Sîma Sadat Larî îro derbarê amara herî dawiyê ya Koronayê li Îranê ragihand: Di 24 saetên borî de testa koronayê ya 13 hezar û 721 kesên din pozetîv derketiye ku ji wan 2 hezar û 801 kes di nexweşxanan de hatin razandinê û yên din piştî tedawî û dermankirinê çûn malên xwe. Bi van pêketiyan ve jimara kesên ku heya niha bi vîrusa koronayê ketine gihêştiye 880 hezar û 542 kesan.

Dr. Larî herwiha got: Heyf û mixabin di mideha 24 saetên dawiyê de 483 nexweşên Koronayê can dane û hejmara kesên ku heya niha ji ber vê nexweşiyê jiyana xwe ji dest dane gihêştiye 45 hezar û 738 kesan.

Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê herwiha got ku heya niha 617 hezar 715 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegerîne ser malên xwe.

Hejmara kesên ku heya niha li cîhanê bi vîrusa Koronayê ketine derdora 60 milyon kesan in ku ji wan zêde ji milyonek û 403 hezar kesan can dane û derdora 40 milyon kes jî baş bûne.

Serepeyv