Mijdar 23, 2020 09:14 Asia/Tehran
  • Zerîf dê beşdarî Konferansa Efganistan-2020 bibe

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê qala beşdariya Wezîrê karên derve yê Îranê di Konferansa înternetî ya Eganistan-2020 li Jenevê (Geneva) kir.

Seîd Xetîbzade, Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê roja Duşemiyê tevî amajeya bi vêya ku Konferansa Jenevê jibo Efganistanê her çar salan carekê tê dameziandin, got: Mihwera sereke ya vê konferansê soza welatan jibo pêkanîna aştî û aramiyê û pêşketinê li Efganistanê ye.

Xetîbzade her wiha got: Konferansa îsal bi beşdariya 66 welatan  û 32 rêxistinên navneteweyî ji ber sînordariyên pêkhatî ji ber Koronayê dê bi awayê înternetî were damezirandin.

 

Serepeyv