Mijdar 22, 2020 22:51 Asia/Tehran
  • Zerîf, tayînkirina Feysel Miqdad wekî wezîrê karên derve yê Sûriyê, lê pîroz kir

Wezîrê Karên Derve yê Îranê, wezîfedarkirina Feysel Miqdad wek wezîrê karên derve yê Komara Erebî ya Sûriyê, lê pîroz kir.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Fars, êvara Yekşemê "Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf, di pêwendiyek têlefonî digel "Feysel el-Miqdad" wezîrê karên derve yê nû yê Sûrîyê, jibo destnîşankirina wî wek wezîrê karên derve yê Komara Erebî ya Sûrîyê, ev meqam lê pîroz kir.

Di vê hevpeyvînê de, wezîrê karên derve yê Îranê sersaxiya xwe ji bo wefata wezîrê karên derve yê rehmetî yê Sûriyê Welîd el-Muelem dubare kir û tekezî li ser domandina hevkariya stratejîk di navbera Îran û Sûriyê kir.

Serokomarê Sûriyê Beşar el-Esed roja Yekşemê Feysel Miqdad wekî cîgirê wezîrê derve yê rehmetî Welid el-Muelem destnîşan kir.

Wezîrê Derve û Alîkarê Serokwezîrê Sûriyê Welîd el-Muelem Duşema borî di 79 saliya xwe de mir.

Serepeyv