Xetîbzadeh: Dokterîna ragihandî ji aliyê Pompeo bifrmînaskirina dagirkeriya Îsraîlî ye
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranêi doktrîna wezîrê derve yê Amerîkayê "Mike Pompeo" weke bifermînaskirina dagirkiriya Îsraîlê û bêdengiya li hember cinayetên Siyonîstan da zanîn.
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Seîd Xetîbzade roja înê tinazên xwe bi doktrîna Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo kir û nivîsî: "Doktrîna Pompeo bi zimanekî zelal berjewendîyên BB (Netanyahu) ji berjewendîyên Amerîkîyan jî bilindtir û pêşvetir dizane ku tûyê bibêjî ji bo vê yekê bûye wezîr.
Xetîbzade got ku di doktrîna Pompeo de, divê dagirkeriya Îsraîl bi fermî were nas kirin û cinayet û sûcên Siyonîstan werin spî kirin û wiha gotin xwe domand: Divê her rexneyeke li dijî Îsraîlê were bêdengkirin û ew rexne wekî "Neyariya li hemberî Cihudiyetê" were nasandin û diravê amerkiyan ku bêşê didin divê Pompeo ji bo seferên xwe yên malbatî xwec bike.
Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo, ku roja Pêncşemê çû Erdênên Dagîrkirî, di hevpeyvînek digel Jerusalem Post de îdia kir ku kampanyaya zexta herî zêde li dijî Îranê berdewam dike û hîn jî gişt vebijarkên (alternatîvên) rûbirûbûna bi Tehran re li ser masê ne. .