Pfizerê bi fermî daxwaz moleta belav kirina perpûna dijî Covid – 19ê kir
Mijdar 20, 2020 21:20 Asia/Tehran
Şîrketa Pfizer, bi fermî ji rêveberiya Amerîkayê xwest ku perpûna (vaksena) xwe ya dije-korona (COVID-19) belav bike.
Ev cara yekemîn e şîrketeke tendirûstiyê daxwaza xwe pêşkêşî rêveberiya Amerîka dike.
Berî çend rojan Pfizerê îdia kiribû ku perpûna wan, li dijî vîrûsa koronayê sedî 95 bandora wê heye.
Vê şîrketê li dawiyê test li ser kal û pîran jî kiriye. Encamên serkeftî derketin holê.
Serokê Amerîkayê Donald Trump jî îdia kiriye ku di zûtirîn dem de perpûn dê were belavkirin.