Mijdar 20, 2020 01:07 Asia/Tehran
  • Agirpêketina li Petrokîmiya Xarkê hat kontrolkirin

Agirpêketina li Petrokîmiya Xarkê li başûrê rojavaya Îranê ku berêvara Pêncşemiyê destpê bûbû, di kêmtir ji du saetan da hat kontrolkirin.

Nasir Ibrahîmî qaîm meqamê taybet ê Xarkê got: Ji ber vê agirpêketinê kesekî canê xwe ji dest da û çar kes jî birîndar bûn.

Navenda Petrokîmiya Xarkê her salê 660 hezar ton Metanol, 170 hezar ton Gogird, 115 hezar ton Propan, 120 hezar ton Botana Şêlavî û 70 hezar ton neft an Gisolînê berhem tîne û difiroşe derve.

Girava Xarkê di 57 Kîlomitriya Bûşêhrê da ye û zêde ji sedî 90ê petrola Îranê ji vê giravê tê firotin.

 

Serepeyv