Mijdar 19, 2020 19:04 Asia/Tehran
  • Xerîb Abadî: Îdiayên Amerîka û Israîlê li cem Îranê bênirx in

Balyoz û nûnerê hertimî yê Îranê li Ofîsa NY û saziyên navneteweyî li Viyenê got: Îran tu nirx û bihayekê nade îdiayên bêbingeh û xapînok ên Amerîka û Rêjîma Israîlê bi armanca anîna zextê li ser Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê û welatên endam.

Kazim Xerîb Abadî, Balyoz û nûnerê hertimî yê Îranê li Ofîsa NY û saziyên navneteweyî li Viyenê  di civîna demsalî ya Konseya Hakiman a Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomî bi mijara ceribandina rastiyan di  Peym anaAtomî li gorî Biryarnameya 2231ê ya Konseya Ewlehiyê li Îranê ku bi awayê înternetî hat lidarxistin, got: Îran hevkariya herî zêde digel ajansê pêk tîne.

Balyoz û nûnerê hertimî yê Îranê li Ofîsa NY û saziyên navneteweyî li Viyenê got: Amerêka divê berpirsiyariya tam a dûhatên kiryarên xwe yên nedurust ku aşkira binpêkirina rêziknameya NY û naveroka Biryarnameya 2231ê ye, bipejirîne.

Xerîb Abadî got: Amerîka ku bi xwe bi hezaran kumikên atomî hene û gefa bikaranîna ihtimalî ya wan li yên dixwe, mafê xwe tune derbarê nîgeraniyên berfirehnekirina çekên atomî biaxive.

Wî got: Rêjîma Israîl tenha rêjîm li Rojhilata Navînê ye ku tu yek saz û karên têkildarî kontrolkirina çekên tevkujiyê qebûl nekirine û cûreyên van çekan berhem tîne.

Xerîb Abadî tevî hişyarkirina Konseya Hakiman a ajnasê derbarê vêya ku hevkarî tenha bijardeya Îranê nîne û Îranê hîn jî bijardeyên cûrbecûr jibo pêkanîna hevsengiya pêwîst hene, got: Peyman Atomî tenê bi riya hewildan û kiryarên hevpar bi mebesta misogerkirina cihhatina tam a maf û sozên têda were parastin.

 

Serepeyv