Mijdar 19, 2020 14:24 Asia/Tehran
  • Dewsgirê Fermandarê Hêza Bejhaî ya Artêşa Îranê: Em rê nadin tu kiryarek dijî berjewendiyên neteweyî yên îranê pêk bên

Dewsgirê Fermandarê Hêza Bejhaî ya Artêşa Îranê bi gotina vêya ku tevgerên komên têrorîst bi baldarî tên şopandin, got: Em rê nadin têrorîst kiryarekê dijî berjewendiyên neteweyî yên Îranê cih bînin.

Sertîp Nozer Nêmetî Dewsgirê Fermandarê Hêza Bejhaî ya Artêşa Îranê roja Pêncşemiyê derbarê weşandina hin nûçe û wêneyan ji amadebûna  komên têrorîst li nêzikî sînorê Îranê, got: Hêzên çekdar gişt tevger û gefên dijî Komara Îslamî ya Îranê bi baldarî dişopînin û li gorî cûreyên gefan, tevdîrên pêwîst tên girtin.

Dewsgirê Fermandarê Hêza Bejhaî ya Artêşa Îranê ewlehiya gel û sînoran wek hêla sor a Artêş û hêzên din ên çekdar da zanîn û got: Em bi tundî li dijî her cûre ne-ewlehî û tevgerekê bisseknin ku gefê li ewlehiya sînorên Îranê bixwen; Bi awayekî ku sebebkarên wan poşman bibin.

 

 

Serepeyv