Mijdar 19, 2020 14:16 Asia/Tehran
  • Bi amadebûna Fermandarê giştî yê Sipahê: Keştiya şêrr a Oqyanûsgerr a Şehîd Rûdekî tevlî Hêza deryayî ya Sipahê bû

Rêûrisma tevlîbûna keştiya Oqyanûsgerr a şehîd Rûdekî bo Hêza deryayî ya Sipahê bi amadebûna Fermandarê giştî yê Sipaha Pasdarên Îqnilaba Îslamî û hejmareke rayedarên leşkerî û berpirsan li Bender Ebasê li başûrê Îranê hat lidarxistin.

Li gorî rapora beşa Pêwendiyên giştî ya Hêza deryayî ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî, Keştiya Oqyanûsgerr a Şehîd Rûdekî keştiyeke giran, çend mebestî û dûrrçû ye ku dikare cûreyên balefir, firokeyên bêfirokevan û pergalên mûşekî hilgire û wan bixe operasiyonê.

Ev keştî bigiraniya 400 tonê, 150 mirt dirêjtî û 22 mitr panatiyê xwedana Radara "Araye Fazî", mûşekên ast bi ast, ast bi asiman, pergalên telekomê yên yekparçe û pirr pêşketî yên Cengal (Şerê elektronîk) û mûşekî  yên3ê Xordad bi şiyana hilgirtina helîkopter, firokeyên bêfirokevan û qayîqên operasiyonî ye ku gişt ji berhemên navxweyê welêt in û ji aliyê xortên pispor, bawermend û înqilabî hatine çêkirin.

Keştiya  giran a cengî, itilaatî û piştgiriyê ya Şehîd Rûdekî wek bajarekî deryayî yê herikbar e ku bi hemî alav û derfetên pêwîst jibo pêkanîna erkên oqyanûsî  jibo pêkanîna ewlehiya mayînde ya xetên deryayî û alîkarîgihandina bo keştiyên ticarî û nêçîrê yên Komara Îslamî ya  Îranêû welatên navçeyê amade ye.

Bi tevlîbûna vê keştiya giran bo amûrên Hêza deryayî ya Sipahê, memûriyeta deryadilên sipahê jibo amadebûna li nav avên dûrtir, ji îro Pêncşemiyê va destpê bû.

 

Serepeyv