Mijdar 18, 2020 21:28 Asia/Tehran
  • Şemxanî: Ji bo xêrnexwazên neteweya Îranê ti penagehek qahêm tune

Sekreterê Encûmena Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê, amaje bi şiyana hêzên ewlehiyê yên Komara Îslamî li hember êrişkaran kir û tekez kir: Ji bo cinayetkar û xêrnexwazên netewê Îranê ti penageheke ewledar û qahêm tune.

"Elî Şemxanî" sekreterê Encûmena Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê, roja Çarşemiyê li ser hesabê xwe ya Twîtterê nivîsî: "Destê hêzdar ê parêzvanên ewlehiya Komara îslamî ya Îranê zû an dereng dê qirika her êrişker û cinayetkarek biguvişe;" Dîrok, dûr û nêzîk, şahidê rastiya vê îdîayê ye.

Ferecullah Çeeb, serokê koma têrorîst "Hereket el-Nizal el-Erebî Litehrîr el-Ehwaz" ya girêdayî servîsa îstixbarata Siûdî, vê dawiyê ji hêla Wezareta Îtileatê ya Komara Îslamî ya Îranê ve hate girtin.

Hêzên ewlehî û îstixbaratî yên Komara Îslamî ya Îranê heya nuha gavên mezin û bi encam ji bo pûçkirina gelek komplo û tevgerên komên têrorîst û mirovên neyar yên rêpeydakirî di nav teşkîlatên welêt rakirine, gavên girîng ên wekî girtina serokê koma têrorîst "Hereket el-Nizal el-Erebî Litehrîr el-Ehwaz".

Serepeyv