Ji duh heta Îro 17ê Mijdarê; 482 tûşbûyiyên Vîrûsa Koronayê li Îranê canê xwe ji dest dan
Mijdar 17, 2020 15:21 Asia/Tehran
Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi tûşbûna derdora 788 hezar û 473 kesî li Îranê bi Vîrûsa Koronayê ragihand ku heta niha 570 hezar û 744 kes ji tûşbûyiyan baş bûne.
"Sîma Sadat Larî", Berdevka Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi naskirina 13352 nexweşên nû di 24 saetên bihurî da, got:
"Heta niha li gorî pîvanên tekûz ên pêderxistinê, 788 hezar û 473 kes li Îranê bi Koronayê ketine."
Seroka Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê her wiha bal kişande ser candana 482 kesan di 24 saetên bihurî da û got:
"Hejmara goriyên Koronayê li Îranê gihîştiye 42 hezar û 461 kesî kesî."
Hejmara tûşbûyiyên bi Vîrûsa Koronayê li Cîhanê gihîştiye nêzikî 55 miliyon kesî.