Xetîbzade: Deshilatdarên Siûdîbi tenê bi zirûfa cîhana Îslamê û navçê hêvîdar bibe
Berdevkê wezareta karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê bertek nîşanî gotinên şahê Erebistanê da û got: Deshilatdarên Siûdî divê ku bi tenê bi zirûfên cîhana Îslamê û navçê dilgerm û hêvîdar bibin û Îranê destê xwe ji bo dostî û hevaltiyê ber bi aliyê gişt welatên Îslamî dirêj kiriye.
Şahê Erebistanê Selman bin Ebdulezîz vê dawiyê di merasima dest bi karkirkirina dewra heştem a Meclisa Şêwra vî welatî hin boxtan li Îranê girê dan û xwest ku bila civaka cîhanê li ber pêngav û kiryarên Tehranê raweste.
Berdevkê wezareta karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê Seîd Xetîbzade îro di vîdeo-konferansa bi nûçegihanan re bersiva pirsên wan da û di bersiva nûçegihanê Press TV derbarê gotinên dubarebûyî û pûç ên deshilatdarên Siûdî got: Rejîma Siûdî nikare bi tamakarî û têrnebûnê di warê kirîna çek û sîlah û şeramûrên curbicur de û bi bê agahiya derbarê hevsengiyên navçeyî û navneteweyî û serkutkirina gelê xwe, navçê birê ve bibe û îdare bike.
Xetîbzade herwiha got ku Siûdî nikare bi qirkirina gelê Yemenê aştiyê damezirîne.û ew nikare bi komên tekfîrî yeketiyê ava bike û berjiwendî û binekeyên cîhana Îslamê ji bo xiyaneta li doza Filistînê bikar bîne.
Berdevkê wezareta karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê anî ziman ku Tehran bi başî ser pîlan, şaşitî û komployên Alê Siûd agahdar e û got: Îran û Erebistan cînarên hevdu ne û ti rê û çareyeke xwe tinen ji bo pêşxistina navçê ku dest bidin hevdu.
Xetîbzade derbarê gotegotên derbarê sînorên bakurê rojavayê Îranê got: Di warê sînorên bakurê rojavayê Îranê de ti guhertinek pêk nehatiye û korîdora ku jê diaxivin riya tranzîtî ye.
Berdevkê wezareta karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê riya çareseriya krîza Qerebaxê rohn û eşkera da zanîn û got: Îran ji çareseriya mayinde ya vê krîzê pêşewaziyê dike û plana raberbûyî ya Îranê jî herwek wê planê ye ku niha cih tê.
Xetîbzade derbarê mesela Peymana Navokî û hikûmeta nû ya Amerîkayêjî desnîşan kir, ger aliyê vê peymanê soz û pêsparteyên xwe bi cih bînin, bersiva Îranê jî guncaw û erênî dibe.