Mijdar 15, 2020 22:33 Asia/Tehran
  • Rûhanî li ser cihanîna deqîq a pesendnameyên Erkantiya Neteweyî ya Têkoşîna dijî Koronayê pêgirî kir

Rûhanî li ser cihanîna deqîq a pesendnameyên Erkantiya Neteweyî ya Têkoşîna dijî Koronayê pêgirî kir.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê roja Yekşemiyê bi daxuyaniyekê ragihand, li gorî hilbezîna Vîrûsa Koronayê û zêdebûna fubare ya pandemiya cîhanî ya KOVÎD-19ê li welêt, li ser pêşniyara Wezareta Tendurustiyê û biryargeha operasiyonî ya Koronayê, "Plana giştalî ya Têkoşîna dijî Koronayê" li Erkantiya Neteweyî ya Têkoşîna dijî Koronayê hat pesendkirin ku li gorî wê sînordariyên giran li bajarên cûrbecûr ên welêt ji hefteya din da pêwîst in.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê di vê daxuyaniyê da ji Wezareta Tendurustiyê xwest ku bi tamî û bêyî sersariyê, plana çavdêriya li ser qerentînekirina tûşbûyîyian û naskirina xeleka têkilî û hişyarîdan û heke pêwîst be cirîmekirinê cih bîne.

Rûhanî her wiha got: Di vê rewşê da erka exlaqî, şer'î û înqilabî ya giştan, parastina jiyana civakê û berçavgirtina berprisiyariyên gelemperî û cihanîna pêwîstiyên vê rewşê ye.

 

Serepeyv