Îrana Îro; Maskeyê ku hin welatî danaynin
Mijdar 15, 2020 15:03 Asia/Tehran
Tevî ku danîna maskeyê ji derê malê li Têhranê neçarî ye, lê dîsa jî hin kes hene ku vê yekê berçav nagirin.
Fermandarê Intizamî yê Paytextê bi gotina vêya ku 67 hezar hişyariyên bi gotinê ji welatiyan ra hatiye dayînê da ku maskeyê daynin, got: Sepandina qanûnê ji aniha va ciddîtir bûye û bi dehan kes ji ber ku maske bi kar neanîne, tûşî sizaya qanûnî bûne.
Hêza Intizamî (Polîs) bi awayê giştdemî li kêleka beşên tendurustiyê ye û emê bi awayekî ciddîtir li hemberî wan kesan rawestin ku bi hişyariya zimanî qanih nabin.
Rêya herî girîng a pêşîlêgirtin li Vîrûsa Koronayê û tûşbûna bi nexweşiya KOVÎD-19ê danîna maskeyê ye.