Mijdar 15, 2020 12:24 Asia/Tehran
  • Serleşker Baqirî: Hevkariya berevaniyê ya Îran û Iraqê dê ewlehiyê xurt bike

Serokê Erkantiya giştî ya Hêzên çekdar ên Îranê bi gotina vêya ku amerîkî li dû berfirehkirina dubare ya têrorîstan li navçeyê ne, got: Hevkariya berevaniyê ya Têhran û Bexdayê dê bibe sebeba pêkhatina ewlehiyeke gunvantir jibo Iraqê.

Serdar serleşker Muhemed Baqirî, Serokê Erkantiya giştî ya Hêzên çekdar ên Îranê roja Yekşemiyê di hevdîtina digel Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê li Têhranê da, tevî amajeya bi pêwendiyên berfireh û mijarên hevpar ên dîrokî yên du welatan, got: Îran û Iraqê belgeyek derbarê hevkariyên dualî amade kirine ku di qonaxên dawî da ye û di pêşerojeke nêzik da dê were wajokirin.

Serleşker Baqirî her wiha tevî amajeya bi hevdîtina xwe digel Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê got: Armanca vê hevdîtinê berfirehkirina û xurtkirina ewlehiya her du welatan e ku helbet Iraq di salên dawî da tûşî komployên cûrbecûr ji wan DAIŞê bûye.

Serokê Erkantiya giştî ya Hêzên çekdar ên Îranê her wiha bal kişande ser hevkariyên fêrkirin, operasiyonî û şêwirmendiyê yên Îranê digel Iraqê û got: Jibo têkoşîan dijî DAIŞê şêwirmendên Komara Îslamî ya Îranê ketin kêleka têkoşrên iraqî û Îranê şehîdine hêja ji wan şehîd Qasim Silêmanî di vê rêkê da dan.

Cume Inad Wezîrê Berevani yê yê Iraqê duh şemiyê di serê desteyeke leşkerî da derbasî têhranê bû.

 

 

Serepeyv