Mijdar 14, 2020 17:23 Asia/Tehran
  • Zêde ji 11 hezar kesên din li Îran bi Koromayê ketin û 452 kesên din jî ji ber vê vîrusê can dan

Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê îro şemê ragihand ku di 24 saetên dawiyê de zêde ji 11 hezar kesî bi Koronayê ketine û hejmara candayiyên ji ber vê vîrûsê jî gihêştiya asta jorîn a 452 kesan.

Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê Dr. Sîma Sadat Larî îro derbarê amara herî dawiyê ya Koronayê li Îranê ragihand: Di 24 saetên borî de testa koronayê ya 11 hezar û 203 kesên din pozetîv derketiye ku ji wan 2 hezar û 509 kes di nexweşxanan de hatin razandinê û yên din piştî tedawî û dermankirinê çûn malên xwe. Bi van pêketiyan ve jimara kesên ku heya niha bi vîrusa koronayê ketine gihêştiye 749 hezar û 525 kesan.

Dr. Larî herwiha got: Heyf û mixabin di mideha 24 saetên dawiyê de 452 nexweşên Koronayê can dane û hejmara kesên ku heya niha ji ber vê nexweşiyê jiyana xwe ji dest dane gihêştiye 41 hezar û 34 kesan.

Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê herwiha got ku heya niha 552 hezar 747 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegerîne ser malên xwe.

Hejmara kesên ku heya niha li cîhanê bi vîrusa Koronayê ketine nêzîkî 54 milyon kesan bûye ku ji wan zêde ji milyonek û 311 hezar kesan can dane û zêde ji  37 milyon kes jî baş bûne.

Li Amerîkayê wek yekemîn welatê cîhanê ji babeta pêketiyên Koronayê xêde ji 11 milyon kes bi Koronayê ketine ku herî kêm 250 hezar kesan ji ber vê vîrusê can dane

Serepeyv