Mijdar 14, 2020 16:43 Asia/Tehran
  • Xetîbzade îdiaya terorkirina rayedarekî El-Qaîdê li Îranê derewand

Berdevkê wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê raporên belavbûyî derbarê îdiaya terorkirina rayedarekî koma terorîst a El-Qaîdê li Îranê red kir û got ku ti endamekî vê komê li Îranê nîne.

Rayedarên îstixbaratî yên Amerîkayê li gotûbêja bi rojnama amerîkî ya New York Times îdia kirin zilamê duyem yê El-qayidê û jinebiya(bîjina) kurê bin Laden sê mehên berê li Tehranê bi destê wezîfedarên  îsraîlî û li gor daxwaza Amerîkayê hatin terorkirin.

Berdevkê wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê Seîd Xetîbzade îro di bersiva nûçegihanan derbarê hin raporên belavbûyî ji aliyê çavkaniyên siyonîstî û rapora vê dawiyê ya rojnama New York Times derbarê terorkirina rayedarekî koma terorîstî ya El-Qayîdê li Îranê de got: Koma terorîst a El-Qayîdê ji ber siyasetên şaş ên Amerîkayê û hevpeymanên wê yên navçê pêk hatiye.

Xetîbzade got:Waşîngton û Telavîv her maweyekê ji bo ku xwe ji bin barê berpirsatiya cinayet û kiryarên El-Qayîdê û komên din ên terorîstî li navçê, derxin dixebitin bi derewan û belavkirina lêzanînên nerast di nav medyayan de tometa pêwendiya Îranê bi van komana bêxin rojevê.

Berdevkê wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê bal kişand ser siyasetên neyariyên Amerîkayê li hemberî Îranê û got: Rast e ji mêj ve Amerîka dixebitî boctan û tometên derew li Îranê girê bide , lê belê ev kara ji dewleta vê demê ya Amerîkayê re bûye karê hertimî û  Waşîngton bi wekilandina van boxtanan dixebite siyaseta xwe ya tirsandina ji Îranê pêşvetir bibe.

 Xetîbzade got: Bê şik ev boxtanan di çarçova cengê heralî ya aborî, îstixbaratî û pskolojîk a Amerîkayê li dijî gelê Îranê de ye û medya cîhanê divê di vê barê de nebe trîbûna hedefdar a Koşka Sipî li dijî Îranê.

Berdevkê wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê tewsiye li medyaya Amerîkayê kir ku nekevin telika senariyoyên Holy Woody ên rayedarên amerîkî û siyonîst.

Serepeyv