3 sînorvanên îranê di pevçûna digel şerxwazên çekdar şehîd bûn
Mijdar 13, 2020 20:41 Asia/Tehran
3 sînorvanên Komara Îslamî ya Îranê di pevçûna digel şerxwazên çekdar li bakurê rojavayê welêt şehîd bûn.
Li gorî rapora IRIB Newsê, Şerxwazên çekdar ên dijî Înqilabê roja Înê li grohana sînorî ya tekûrê li prêzgeha Azerbaycana Rojava (bakurê rojavayê Îranê) digel sînorvanên îranî ketine pevçûna çekdariyê.
Sînorvanên îranî di vê pevçûnê da karîn rê li ber ketina terorîstan bo nav axa pîroz a Îrana Îslamî bigirin û derbên giran ên canî li wan xînin.
Di vê pevçûnê da Ostvar duyem Muslim Cehan Ara, Ostvar duyem Malik Tahir û leşker Kamran Kiramet şehîd bûn û 2 kes jî birîndar bûn.