Mijdar 11, 2020 08:19 Asia/Tehran
  • Îrana Îro; Têhran piştî saet 18

Li pey zêdebûna hejmara tûşbûyiyên bio Vîrûsa Koronayê li welêt, Erkantiya Neteweyî ya Têkoşîna dijî Koronayê ya Îranê kêmkirina saetên xebatê jibo karên ne pêwîst pesend kir.

Li pey zêdebûna hejmara tûşbûyiyên bio Vîrûsa Koronayê li welêt, Erkantiya Neteweyî ya Têkoşîna dijî Koronayê ya Îranê kêmkirina saetên xebatê jibo karên ne pêwîst li paytextê û navendên din ên parêzgehan û bajarên mezin û qelebalix ji Sêşemiyê, 10ê Mijdarê va bi qasî mehekê pesend kir.

Li ser vê esasê, tevahiya karên ku di komên karî yên 2, 3 û 4 da ne dikevin bin vê qanûnê û ji saet 18ê her rojê va dê destûra wan a çalakiyê tunebe.

Di vê heyamê da tenê karên koma yekem ku di rêza koma karî ya pêwîst hatine zanîn, dê destûra xwe ya çalakiyê piştî saeta diyarkirî hebin.

 

 

Serepeyv