Mijdar 10, 2020 19:07 Asia/Tehran
  • Zêde ji 10 hezar kesên din li Îran bi Koromayê ketin û 453 kesên din jî ji ber vê vîrusê can dan

Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê îro sêşemê ragihand ku di 24 saetên dawiyê de zêde ji 10 hezar kesî bi Koronayê ketine û hejmara candayiyên ji ber vê vîrûsê jî gihêştiya asta jorîn a 453 kesan.

Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê Dr. Sîma Sadat Larî îro derbarê amara herî dawiyê ya Koronayê li Îranê ragihand: Di 24 saetên borî de testa koronayê ya 10 hezar û 339 kesên din pozetîv derketiye ku ji wan 3 hezar û 88 kes di nexweşxanan de hatin razandinê û yên din piştî tedawî û dermankirinê çûn malên xwe. Bi van pêketiyan ve jimara kesên ku heya niha bi vîrusa koronayê ketine gihêştiye 703 hezar û 288 kesan.

Dr. Larî herwiha got: Heyf û mixabin di mideha 24 saetên dawiyê de 453 nexweşên Koronayê can dane û hejmara kesên ku heya niha ji ber vê nexweşiyê jiyana xwe ji dest dane gihêştiye 39 hezar û 202 kesan.

Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê herwiha got ku heya niha 530 hezar 694 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegerîne ser malên xwe.

Hejmara kesên ku heya niha li cîhanê bi vîrusa Koronayê ketine ji 51 milyon kesan derbas bûye ku ji wan zêde ji milyonek û 270  hezar kesan can dane û derdora 36 milyon kes jî baş bûne.

Li Amerîkayê wek yekemîn welatê cîhanê ji babeta pêketiyên Koronayê derdora 10 milyon û 500 hezar kes bi Koronayê ketine ku herî kêm 244 hezar kesan ji ber vê vîrusê can dane .

Serepeyv