Ji duh heta Îro 9ê Mijdarê; 458 tûşbûyiyên Vîrûsa Koronayê li Îranê canê xwe ji dest dan
Mijdar 09, 2020 15:59 Asia/Tehran
Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi tûşbûna derdora 692 hezar û 949 kesî li Îranê bi Vîrûsa Koronayê ragihand ku heta niha 525 hezar û 641 kes ji tûşbûyiyan baş bûne.
"Sîma Sadat Larî", Berdevka Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi naskirina 10463 nexweşên nû di 24 saetên bihurî da, got:
"Heta niha li gorî pîvanên tekûz ên pêderxistinê, 692 hezar û 949 kes li Îranê bi Koronayê ketine."
Seroka Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê her wiha bal kişande ser candana 458 kesan di 24 saetên bihurî da û got:
"Hejmara goriyên Koronayê li Îranê gihîştiye 38 hezar û 749 kesî kesî."
Hejmara tûşbûyiyên bi Vîrûsa Koronayê li Cîhanê gihîştiye nêzikî 51 miliyon kesî.