Yekîneya Lezbertek a Bergiriya Asimanî ya Bakurê Îranê bo bakûrê rojavaya welêt hat şandin
Yekîneya Lezbertek a Bergiriya Asimanî ya Bakurê Îranê bo navçeyên sînorî yên bakûrê rojavaya Îranê hat şandin.
Li gorî rapora IRNAyê, Emîr sertîp Elî Ekber Ebas Tecedud, Fermandarê Navçeya Bergiriya asimanî ya Bakur îro Duşemiyê got: Yekîneya Lezbertek a Bergiriya Asimanî ya Bakurê Îranê jibo şopandin, parastin û bergiriya ji ewlehiya mayînde ya asimanê Komara Îslamî ya Îranê û xurtkirina hêzên bakûrê rojava bo vê navçeyê hat şandin.
Fermandarê Navçeya Bergiriya asimanî ya Bakur pêgirî kir: Hêla sor a hêêzn çekdar ên Îranê gefa dijî ewlehî û aramiya gel û yekparçetiya axa Îranê ye û bila dijmin bizanin heke derbeke herî biçûk dijî ewlehiya hikûmeta îslamî pêk bînin, dê tundî dijî wan rawestin.
Navçeyên sînorî yên parêzgeha Azerbaycana Rojhilat a Îranê li şaristana Xoda Aferînê bi dirêjahiya 135 kîlomitran di kêleka bereyên pevçûnê li navçeya Qerebaxê navbera Komara Azerbaycanê û Ermenistanê ye.